ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan 2021-05-01 15:12:29   STENBOL – ÎHD’ê di “Rûniştina F” de diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik xeter e û daxwaza berdana wî kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 475’emîn de ki ber pandemiyê bi awayekî online li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê, di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Xebatkarê Kovara Ozgur Halk’ê Devrîm Ayik (30) ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne.    JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, di çalakiyê de axivî û di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û got ku çalakî bandoreke neyînî li ser jiyana girtiyan çêdike. Piştre Yolerî qala rewşa girtiyê nexweş Ayik kir û derbarê rewşa wî de ev agahî dan: “Ji bo ku bê tedawîkirina Ayik di kanûna 2019’an de hat berdan. Lê di çileya 2021’an de dîsa hat girtin. Li gel rapora bijîjk a ku rewşa wî girantir bûye jî rêveberiya girtîgehê ji bo tedawiya Ayik gav navêje.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Di berdewamê de Yolerî, agahî da ku weke ÎHD’ê bi dayika Ayik re hevdîtin kirine û têkildarî vê hevdîtinê ev tişt got: “Di hevdîtinê de dayika Devrîm got ku Devrîm ki qawişa qarantînayê birine qawişa asayî û lê hê jî tedawiya wî nedane destpêkirin û ji ber ku tedawiya wî nehatiye kirin rewşa wî girantir bûye. Dayika wî got ku mayîna li girtîgehê ya Devrîm jiyana wî dike xetereyê û ji bo berdana wî banga piştgirî û hestiyariyê kir.”   BANGA LI RAYEDARÊ   Di dawiya axaftina xwe de Yolerî daxwaz kir ku ji ber vîrûsa koronayê di serî de Devrîm Ayik û hemû girtiyên nexweş, temen mezin, berasteng, zarok û jinên bizarok bên berdan û ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê bang li rayedaran kir.