ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan 2021-05-01 15:04:11   ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmakan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Kiriklarê dimîne û xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî” ji ber pandemiyê bi awayekê onlîne li dar xist. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek di çalakiyê de daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmakan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Kiriklarê dimîne.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Çîçek, diyar kir ku Fırat Yagmakan ê 14 sal in di girtîgehê de ye name ji wan re şandiye û wiha got: “Yagmakan di nameya xwe de dibêje di qawişeke 3 kesan a netendurîst û ne paqij de dimînin. Gelek nexweşiyên Yagmakan ên kronîk hene. 3 caran emeliyata anjiyo, difin û fitika ran derbas kiriye. Nexweşiyên wî yên Hepatît B û enfeksiyonê hene. Li gel ev 12 sal in dermanan bikartîne jî di rewşa wî de guhertinek çênabe.    Çîçek, anî ziman ku di heman demê de nexweşiyên tansiyona bilind, astim û bêhntengî yên Yagmakan hene û wiha axivî: “Serêşana wî ya ji ber mîgrenê dibe sedemê janên giran. Ji ber bawersîrê jî, her tim xwîn jê tê û dibe sedema janên bitund. Nexweşiyên wî yên çav, prostat, mîde, werimîna ling û mil, fitika piştê û stû jî hene.”   NIKARE EMELIYAT BIBE   Çîçek da zanîn ku li gel pandemiyê di şopandina nexweşan de pirsgirêk derdikevin û wiha berdewam kir: “Ji ber pandemiyê Yagmakan tedawî nakin. Diviya bû beriya pandemiyê Yagmakan ji bawesîr û fistulê 2 emeliyat derbaskiribûna lê nehat emeliyat kirin. Ev yek jî bû sedemê pêşveçûna nexweşiyên wî.”    DESTHILAT BERPIRSYAR E   Çîçek, dest nîşan kir ku ji neyîniyeke ku derkeve holê desthilat û rêveberên wê berpirsiyar in û xwest Yagmakan demildest bê berdan.