Gundiyên Îkîzderê hatin berdan 2021-05-01 14:39:39   RÎZE - 4 gundiyên bi hinceta li dijî kana keviran a tê xwestin li navçeya wan Îkîzderê bê avakirin derketin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Şîrket Cengîz dixwaze li geliyê navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê ku dikeve herêma Derya Reş e kana keviran ava bike. Gundiyên li dijî kana keviran derdikevin, 10 rojin berxwedana xwe dewam kir. Bi hinceta qedexeya derveyî kolanan îxlal kirin, 4 gundê serê sibê hatibûn binçavkirin. Gundiyên ku li Qereqola Navçeyê ya Îkîzdereyê dan, serbesta hatin berdan. Gundiyên hatin berdan, cardin hatin gelî û çalakiya xwe dewam kirin.   ‘HÛN LI KU DERÊ NE’   Gundiyên Cevîzlîk vîdeoyek li ser hesabên xwe y ên medya civakî parve kirin û wiha gotin: “Em bi tenê hatine hiştin. Dost, heval û hogirên me hûn li ku derê ne? We çima em bi tenê hiştin? We çima me terkî tunebûnê kiriye? Hûn çi demê evqas ker, lal û kor bûne? Hûn li ku derê ne?”