Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma 2021-05-01 12:39:03   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Edemen ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê dimîne û got: “Edemen ji ber emeliyata şaş a fetqa stu seqet ma.”    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya heftiya 347’emîn li ser hesabê xwe ya medya civakî bi rêya civîna onlaynê li dar xist.   Înîsiyatîfê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Edemen ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Giresûnê dimîne. Endama Lijineya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, di civînê axivî.   Çevîrmen, diyar kir ku girtiyê nexweş Edemen, derbarê rewşa tenduristiya xwe de, di 21’ê Nîsanê de ji wan re name şandiye. Çevîrmen, da zanîn ku nexweşiya Koah’ê bi Edemen re heye û wiha axivî: “Di heman demê de, nexweşiyên wî yên weke guatrê, bronşîta kronîk, çav û alerjiyê hene. Ji ber van nexweşiyên xwe divê bê dermankirin.”   'ŞAŞ EMELİYAT KIRIN’   Çevîrmen, da zanîn ku Edemen ji ber fetqa stu diçe nexweşxaneyê û wiha dewam kir: “Edemen dûre emeliyata fetqa stu dibe. Lê ji ber emeliyata şaşa Edemen li aliyê xwe yê çepê seqet dimîne. Derbarê vê de, raporê didinê, lê qet behsa sedema seqetbûna wî nayê kirin. Ji ber vê emeliyata şaş, niha nikare milên xwe yên çep û rast baş bi kar bîne. Divê ji her du milên xwe jî bê emeliyatkirin.”   ‘DIVÊ BERGIRÎ BÊN GIRTIN’   Çevîrmen, dest nîşan kir ku divê tedawiyek baş ji bo Edemen bê kirin û wiha bi dawî kir: “Divê sewqên girtiyan bên kirin, ji bo ku baş bibin bên dermankirin û bergirî ji bo wan bên girtin.”