Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir 2021-05-01 11:10:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Konyayê, Ramazan M., ê berî du rojan ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir.    Li Konyayê, bersûcê 22 salî Ramazan M., ê berî 2 rojan ji girtîgehê derket û gelek qeydên wî yên sûc hene, bi dizîka ket malê û hevjîna xwe Tûba M. a 23 salî qetil kir. Li gorî agahiyan, bersûc Ramazan M. piştî ji girtîgehê derdikeve, diçe mala hevjîna xwe ya li navçeya Karatayê dijî. Piştî ku di şaneşînê re bi dizîka dikeve malê, Tûba M., bi giranî birîndar dike û keça xwe ya 2 salî direvîne. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, ligel hemû mudaxileyan jî nekarin Tûba xilas bikin. Cenazeyê jina jiyana xwe ji dest da, rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.    Ji bo binçavkirina bersûc, polîsan dest bi lêpirsîn û lêgerînê kirin