Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin 2021-05-01 10:53:02   ENQERE - Polîsan mudaxaleyî endamên DAF’ê yên ku xwestin li Kizilayê 1’ê Gulanê pîroz bikin, kirin û 4 kes bi lêdanê binçav kirin.   Federasyona Anarşîzmê ya Şoreşger (DAF), xwest 1’ê Gulanê li Kizilay a Enqereyê bi meşekê pîroz bike. Polîsan bi hinceta bergiriyên vîrûsa koronayê, mudaxaleyî koma ku bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî 1 Gulan” dest bi meşê kir, kirin. Polîsan bi lêdanê 4 kes binçavkirin û bi hêceta danezana ku Miduriyeta Giştî ya Polîsan di rojên berê de weşandibû, kesên xwestin dîmenan bikişînin asteng kirin.