Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt 2021-05-01 09:02:51 MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr ji bo girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da got: “Heke xemsarîtî nehata kirin, belkî îro Îsa Gultekîn sax bûya.”  Yek ji birînên kûr û derman nabin û qet ji rojevê derneketin rewşa girtiyên nexweş e. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD); li girtîgehên Tirkiyê 604 jê giran herî kêm hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di sê mehên ewil ên sala 2021’an de 2 jê ku di lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de cih digirin, 13 giritiyan jiyana xwe ji dest daye.    Yek ji van girtiyên nexweş jî Îsa Gultekîn ku li Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê dima û bi nexweşîna penceşêra pankreasê ketibû ye.    Gultekîn 28 sal bûn girtîbû. Li girtîgehê bi vê nexweşînê ketiye. Tevî malbat û parêzerê wî serlêdana berdanê kirin jî bêencam man û nehat berdan. Gultekîn di 23’yê nîsanê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê jiyana xwe ji dest da.    Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr behsa hewldanên ji bo berdana Gultekîn ku heta roja miriye bêencam mane kir.    PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN SEWQÊN JI BO NEXWEŞXANEYAN E    Demîr anî ziman ku li girtîgehan girtiyên nexweş di bin şertên zor de jiyana xwe berdewam dikin û pirgirêka herî mezin ku girtiyên nexweş pê re rûbirû dimînin jî dema sewqên ji bo nexweşxaneyan e. Demîr da zanîn ku salek e bi hêceta pandemiyê sewqên girtiyên nexweş ji bo nexweşxaneyan nayê kirin û li gorî agahiyên wan bi dest xistiye di hefteyekê de tenê sê girtî sewqî nexweşxaneyan tên kirin.    Demîr diyar kir ku di encama hewldanan de Gultekîn sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê belê teşhîsa xelet danîne ser Gultekîn û ji ber vê teşhîsa şaş nexweşîn bi lez û bez li laşê wî belav bûye û got: “Malbata Gultekîn serî li komeleya me da. Tevî hewldananên me yên zêde jî bi tu awayî Gultekîn sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Li ser vê yekê di encama hewldanên me cuda de sewqî nexweşxaneyê hat kirin lê belê mixabin dereng hat mayîn.”    RAPORA ‘DIKARE LI SER PÊYA TEDAWÎ BIBÎNE’    Demîr anî ziman ku ji ber nexweşîna Gultekîn giran bûbû bijîşkan xetereya emeliyatê hilneda ser mile xwe û wî paş de şandin girtîgehê. Demîr got wan serlêdan kiriye û xwestine ku Gultekîn rojên xwe dawî li cem malbata xwe derbas bike lê belê Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê rapora “dikare li ser pêya were tedawîkirin” daye û wî bernedane.    XEMARIYÊ WÎ KUŞT    Demîr destnîşan kir ku xwîn derbasî ser hinavên Gultekîn bûbû û li ser vê yekê wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û wiha got: “Me xwest ji vê nexweşxaneyê wî sewqî nexweşxaneyek teşekul bikin. Lê belê cih nehat dîtin. Îsa Gultekîn di encama xemsarîtiyê de jiyana xwe ji dest da. Berpirsiyariyê vê yekê jî rêveberiya girtîgehê, bijîşkên ji sonda xwe ya hîpokratê re sadîk neman û îqtidara heyî ye. Heke ewqas derengî nehata xistin, belkî niha Îsa Gultekîn saxbûya.”    MA / Mehmet Şah Orûç