HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket 2021-04-30 13:52:26   STENBOL - Rêxistina HDP’ê xwedî li 28 karên li Stenbolê li derve hatibûn hiştin derket.    28 kerkerên Kurd ên ji bo xebatê ji Agiriyê hatin Stenbolê, ji ber ku 11 şevnişînên tê de diman ên li Kolana Kuyu ya girêdayî taxa Mecîdiyekoy a navçeya Şîşliyê ji aliyê ekîbên şaredariya Şîşliyê ve hatin hilweşandin 4 roj bûn li kolanê diman.  Qeymeqamtiya navçeyê beriya hilweşandina şevnişînan, ji karkeran re gotibû ew ê cih bidin wan, alavên  wan bar bikin û heya salekê dê kirêya wan bide. Lê qeymeqamtiyê ev soza xwe bi cih ne anî. Hemû eşyayên dibin xirbeyan de man û karker li kolanê hatin  hiştin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, li karkerên li kolanê hatin hiştin xwedî derket. Kerkerên hemû pêdiviyên wan ên bingehîn hatin pêşwezîkirin, duh bi şev bi Serokê Şîşlî Mûammer Keskîn re hevdîtin kirin.    HDP’ê ji bo ku karker karibin vegerin bajarê xwe, wesayît eyar kir. Karker wê îro bi piştgiriya HDP’ê vegerin welatê xwe.