'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike' 2021-04-30 12:34:27 RIHA - Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve ya kolanan di roja 53’yemîn de çalakiya xwe, li mala xwe bi rêve dibe, wiha got: “Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike.”   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta xwe ya bi daxwaza “Edaletê” ya li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re da destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam dike.   ‘EM DEST JÊ BERNADIN’   Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe bi rêve dibe, li ser hesabên xwe yên medya civakî ev parvekirin kir: “Sînordarkirina fîzîkî wê nekare têkoşîna me ya EDALETÊ asteng bikin. Em ê di her şert û mercî de daxwaza xwe ya EDALETÊ bînin ziman û dev jê bernedin. Ji bo soza piştevaniyê ya têkoşîna me ya EDALETÊ, em spasiya Baroya Mêrsînê, Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê û Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê dikin.”