Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an 2021-04-30 12:16:57 ŞENGAL - Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm, diyar kir ku pergaleke wan a hemû beşan hembêz dike heye û got: “Şengal êdî venagere berî sala 2014’an.”   Operasyona eskerî ya Tirkiyeyê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên dikevin sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê dabû destpêkirin û gefên hikumeta Iraqê yên li dijî Şengalê dewam dikin. Herî dawî Wezîrê Karên Hûndir ê Îranê Cavît Zarîf serdana Iraqê kiribû. Ji ber vê yekê rojevên siyasî û eskerî yên Iraqê heta bêje, tijene.     Wezîrê Karên Hûndir ê Îranê Cevat Zarîf di serdana xwe ya Iraqê de, li Bexdayê bi Serokkomar Berhem Salih û li Hewlêrê jî Serokê Rêveberê Herêmî Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da bû û xwestibû PKK herêmê terk bike. Berzanî, îdîa kiribû ku pirsgirêka Tirkiyeyê ne bi Kurdan re, bi PKK’ê rê heye.   Li aliyê din, artêşa Iraqê di çarçoveya peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de, ya hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Herêma Federe li ser Şengalê îmzekiribûn de, gefên xwe yên li dijî Şengalê dewam dike.     Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a ŞEngalê Heso Îbrahîm, pêşketinên li herêmê û planên li dijî Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nerxandin.    ÇIM ŞENGAL DI HEDEFÊ DE YE?    Heso Îbrahîm, êrişîn DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de, li dijî Êzîdiyên Şengalê pêş ketin bi bîr xist û wiha axivî: “Ji ber vê gelek Êzidiyan ji neçarî koç kirin. Piştî êrişê Êzidî vegeriyan Şengalê û ji nû de Şengal ava kirin. Ev jî bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser kirin. Hêzên ku nekarin bi êrişên DAIŞ’ê Şengalê vale bikin, dest bi planên nû kirin. Êrişên hewayî yên Tirkiyê yên li ser Şengalê û cezayê îdamê yê li 4 ciwanên Êzidî birîn, parçeyekê vê planê ye. Bi van êrişan dixwazin, bibin nîşandan ku li Şengalê aramî tuneye.”    HEWLDANÊN ARTÊŞA IRAQÊ   Îbrahîm, diyar kir ku hêzên peyman îmzekirin di Kanûna 2020’an de ketin nava liv û tevgerê û wiha bilêv kir: “Hêzên eskerî li bajêr tije kirine. Bi vî awayî dixwazin gel bitirsînin. Dema ku dîtin gel paşv gav navêje vê carê serî li rêbazên nû da. Mînaka herî dawî ya vê bûyera li gundê Gir Zerik ê girêdayî Til Ezer ra da bû. Lê gel li dijê hêzên eskerî xwe kirin mertal û artêj neçar ma ku paşve gavê bavêje. Îro gelê Şengalê çalakiya xwe ya nobetê û berxwedana xwe ya li dijî artêşa Iraqê dewam dike. Ji bo ku berxwedana gel bişkînin, cezayê îdamê dan 4 ciwanên Êzidî. Dixwazin bi vê planên nû bixin dewrê. Niha plan û siyaseteke qirêj a li ser Şengalê di dewrê de ye. Plana ku PDK’ê û Tirkiyeyê pêş xistin, hikumeta Iraqê jî daxil kirin. A rast, ew jî êdî vê şaşiyê dibin, lê nizanin çawan ji vê şaşiya xwe vegerin. Artêşa Iraqê êdî nizane çawan ji vê derê derbikeve, di vir de xitimiye. DYA jî wisan li vê rewşê mêze dike.”   ÇARESERÎ AMADE YE   Îbrahîm, dest nîşan kir ku erdnîgariya Şengalê, xwedî girîngtiyeke stratejîke wiha pê de: “Tenê Êzidî li Şengalê najîn. Beşên civakê yên din jî lê dijîn. Piştî pêvajoya 2014’an, Şengal derbasî merheleyek nû bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê xweserî hat îlankiririn. Her kes dikare dibin banê Şengala Xweser de, pirsgirêkên xwe çareser bike. Em xwedî pergaleke ku hemû kesan hembêz dikeye.”   Heso Îbrahîm, da zanîn ku lê hinek hêzên cuda vê rewşê ji bo xwe weke gef dibin û wiha bi dawî kir: “Ev hêz ji ber vê derbarê Şengalê de planan dixin dewrê. Cezayê îdamê dan 4 ciwanên Êzidî. Niha em ji daraz û dadgerhê Mûsilê dipirsin. Gelo we heya niha cezayê dervekirinê daye çend DAIŞ’iyan û çend DAIŞ’î darizandine? Hewl didin Şengalê bixin nava lîstûkekê. Dixwazin eşîreta Şemmar û Êzidiyan bibin beramberî hev. Ger ev planên li dijî Şengalê pêk werin, wê Şengal ber bi aloziyek mezin ve biçe. Divê em li dijî vê yekê derkevin û tifaqa gelan ava bikin. Lê bila baş bê zanîn Şengal venagere berî 2014’an. ”    MA / Nazim Daştan