Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê 2021-04-30 11:21:29 AMED - Hat diyarkirin ku gelek cerdevan bi 7 mînîbusan ji navçeya Sasonê ya Êlihê, şandin herêma operasyonê ya li Lîcê dewam dike.   Operasyona eskerî ya li çolterên gundên Zengesor û Mizak ên girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê dest pê kir, dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmê, gelek cerdevan bi mînîbûsên xwendekaran ji navçeya Sasonê ya Êlihê sewqî herema operasyonê hatine kirin.    BI 7 MÎNÎBUSAN BIRIN OPERASYONÊ   Li herêma ku operasyon dewam dike, liv û tevgereke helîkopteran a zêde heye.  Hat destnîşankirin ku cerdevan bi 7 mînîbusan, sewqî herêma operasyonê hatine kirin. Hat diyarkirin ku ji herêmê dem bi dem dengên çekan tê.    CENAZEYÊ 5 HPG’IYAN    Li aliyê din, hat ragihandin ku di şerê di operasyonê rû da de, 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan û her 5 cenaze rakirine Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.