Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş 2021-04-30 10:44:50   AGIRÎ - Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê derman nadin girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu û daxwazên wî yên sewqa Wan û Amedê bê bersîv dihêlin.    Girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu, bi îdeaya "Perçekirina Yekîtî û Tevahiya dewletê" di 16 saliya xwe de hatibû girtin û dadgehê cezayê muebetê lê birîbû. Yusufoglu, 29 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Patnos a Agiriyê girtî ye. Yusufoglu, 17 sal berê bi nexweşiya Ulseratif Kolit ket. Dîsa nexweşiyên Varîs, fitiqa pîştê, mîde û gelek nexweyşiyên din pêre hene. Rayedarên girtîgehê derman nadin  Yusufoglû û daxwazên wî yên sewqa Wan û Amedê jî bê bersîv dihêlin. Rayedarên girtîgehê dermanê Salofalk ku îltîhalê radiwestîne, bi hinceta li hin bajaran tenê heye nadin wî. Dîsa daxwaza Yusufoglu ya wî sewqî bajarê Wan û Amedê bikin bê bersîv tê hiştin. Dermankirina Yusufoglu bi hinceta beşa Gastroenterolojî  li Agiriyê tune wî derman nakin. Yusufoglu, bi rêya parêzerên xwe agahî dan û xwest wî sewqî girtîgehên Amed ango Wanê bikin.    Yusufoglu, bi rêya parêzeran destnîşan kir ku bi hinceta pandemî heye demek dirêj e nikare biçe revîrê jî û wiha got: "Her ku diçim revîrê jî 14 rojan min dixin karantînayê û min îzole dikin. Nexweşiya min kronîk û talûke ye. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê ez bêm dermankirin. Lê ev derfet li Patnosê tune ye."