5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe 2021-04-30 09:00:35 RIHA - Malbata girtî Suphî Akbaş ê li Girtîgeha Gîresûnê tê ragirtin, diyar kir ku 5 sal in lawê xwe nedîtine û dixwazin bînin girtîgehek nêzî wan.  Suphî Akbaş li Girtîgeha Gîresûnê girtî ye. Dayik û bavê Akbaş, Gulendan (65) û Mehmet Adil Akbaş (69) li gundê Perepera Jêr a girêdayî navçeya Pirsûsa Rihayê dijîn. Suphî Akbaş 6 sal in bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekîtî û tevahiya welat û dewletê” girtî ye û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Malbatê diyar kir ku 5 sal in lawê xwe nedîtine û ew dixwazin lawê wan sewqî girtîgehek nêzî wan bikin.    21 ROJ ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN    Mehmet Adil Akbaş diyar kir ku lawê wî bi hêceta beyanên şahidan hatiye girtin û 21 roj îşkence li lawê wî hatiye kirin. Akbaş got ewqas îşkence li lawê wî hatibû kirin cilên ser wî di nava xwînê de mabûn û tu sûcek lawê nebû û ew bilasebep girtî ye û ev ne edalet e.    5 SAL IN NEÇÛNE HEVDÎTINÊ   Akbaş destnîşan kir ku bûka wî û neviyên wî 5 sal in neçûne hevdîtinê û got: “5 zarokên wî hene. Em hemû xwe bi meaşê distînim xwedî dikin. Em nikarin biçin wî bibînin. Hefteyê tenê carek 20 deqîqe bi telefonê pê re diaxivim.”    JI ROJA HATIYE GIRTIN VE CILÊN REŞ LI XWE DIKE    Gulendan Akbaş jî destnîşan kir ku lawê bi zilmek mezin re rûbirû maye û hatiye girtin. Akbaş da zanîn ku bi salan e wê lawê xwe nedîtiye û got: “Derfetê me nîn in em biçin hevdîtinê. Me çend caran xwest ku wî bînin hefsek nêz, lê xwesteka me qebûl nekirin. Bi çûn û hatina me tenê 4 hezar lîreyê me diçe. Em nikarin ewqas biçin. Ji roja lawê min hatiye girtin, min cilê spî li xwe nekiriye. Ez ji bo lawê xwe reş gire didim. Ez dixwazim lawê xwe bibînim. Bila wî bînin nêzîkî me. Zarok nikarin biçin bavê xwe bibînin. Heke li cihek nêz be em ê her hefte biçin hevdîtinê.”    MA / Bariş Polat