Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma 2021-04-30 09:00:34 NEVŞEHÎR - Cezayê hefsa malê li endama Meclîsa HDP’ê ya berê Nîlgûn Salmaner hat birîn. Kelemçeya elektronîk li lingê wê dan û tevî ku xerabeyî bû jî 11 rojan di lingê wê de ma. Rojê du caran jî polîs çûn îmze ji Salmaner wergirtin.  Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Nîlgun Salmaner a ku li Nevşehîrê dimîne di 26’ê adarê de hatibû binçavkirin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Navçeya Avanosê derbarê Salmaner de biryara hefsa malê da. Salmaner ji wê demê ve di hefsa malê de t^eragirtin. Dadgehê sepana qedexeya derketina dere jî danî ser Salmaner û her wiha kelemçeya elektronîk li piyê wê hat xistin.    Derketina baxçeyê malê jî ji bo Salmaner hatiye qedexekirin. Ji 9’ê nîsanê heta 20’ê nîsanê kelemçeyek elektronîk ku xerabeyî bû li lingê wê xistin û tevî ku xerabeyî bû jî 11 rojan di lingê de hat hat hiştin. Tevî vê sepanê jî hat zanîn ku polîs rojê du caran diçûn mala wê û îmzeyê jê werdigirtin.    ÎQTIDAR JI TÊKOŞÎNA WAN DITIRSE    Salmaner anî ziman ku ew ji parvekirinên medya civakî ku aydê sala 2018’an bûne tê sûcdarkirin û ew nizane hêj wê ev sepana hefsa malê çiqas bidome. Salmaner tevî ku îtîraz kiriye jî nayê zanîn ku ev sepan çiqas bidome. Salmaner destnîşan kir ku li gel kelemçe xerabeyî bû jî 11 rojan di lingê wê de hatiye hiştin û li gel vê jî polîs diçûn îmze jê digirtin. Salmaner anî ziman ku polîs carna nîvê şevê ji bo îmzeyê diçûn mala wê û ev bi serê xwe zilmek û aciziyek mezin e û mafê wê hatiye binpêkirin. Salmaner destnîşan kir ku têkoşîna wan tirsê dixe nava dilê îqtidarê û bi destê polîs û darazê dixwazin vê zilmê rewa bikin. Salmaner got tevî her cûre zextan jî wê têkoşîna jinan bidome.    MA /  Zemo Aggoz