Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin 2021-04-29 19:52:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 339 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 hezar û 674 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 339 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 715 nexweşên nû re 37 hezar û 674 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 39 hezar û 737’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 788 hezar û 700’î.