Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin 2021-04-29 18:09:16   AMED – Çalakgerê greva birçîbûnê Eşref Oz ku li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Farqînê hat veşartin.         Çalakgerê greva birçîbûnê Eşref Oz ku li Qampa Lavrîo ya li Yewnanîstanê, bi koma 22’yemîn re l dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û di 26'ê nîsanê de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Farqînê ya Amedê hat veşartin.    Malbata Oz, duh di saetên derengiya şevê de cenazeyê Oz ji Balafirgeha Amedê girt û bi konveyekê bir li gundê Hacîca yê navçeya Farqînê veşart. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Farqînê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma cenazeyê Oz bûn.    Eşref Oz, yekemîn kes e ku di çalakiya greva bîrçîbûnê ya ji 27’ê mijdara 2020’an ve didome de jiyana xwe ji dest da.