Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye? 2021-04-29 16:34:30   ŞIRNEX - Ji 7 cenazeyên ku li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin, yek jî yê Firat Şîşman ê HPG'î ye. Birayê  Şîşman, Sûleyman Şîşman, anî ziman ku tevî hemû hewlêdanên wan jî, ji wan re daxuyaniyek zelal nayê kirin û got: "Bila ji me re bêjin Firat saxe yan miriye."    Cenazeyê 7 endamên HPG'ê yên di 11 Adarê de, li herêma Bestayê ya di navbera Sêrtê û Şirnexê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ev 19  rojin tên rawestandin. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên Şirnexê bi astengiyên polîsan re rûbirû ne. Malbata Firat Şîşman ê HPG'î yê ku li nexweşxanê tê rawestandin, 3 carin ji bo ku cenazeyê zarokê xwe bistînin tê Şirnexê, lê tevî hemû hewledanên malbatê jî cenaze nayê radest kirin. Malbata Şîşman, anî ziman ku ew bi gumanbar nêz dibin û pirsa "Gelo Firat saxe yan miri ye?" kir.     'TEVÎ HEMÛ SERLÊDANAN BÊ ENCAM MA'    Birayê Şîşman, Sûleyman Şîşman, anî ziman ku ew ji aliyê rayedarên dewletê ve bi zanebûn tên sekinandin û wiha axivî: "Wezîrê Karên Hundir, daxuyandin ku birayê min Firat hatiye kuştin. Ligel vê daxuyaniyê me li Şirnexê serlêdan kir û em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li wir cenaze nîşanî me dan. Di morgê de 3 cenaze hebûn. Ji min hat xwestin ku ez teşhîs bikim. Lê ji ber ku cenaze hatibûn şewitandin, min nekarî teşhîs bikim. Ji ber ku me nekarî em teşhîs bikin, me xwest ku testa DNA'yê bidin. Lê gotin pêwîste dayik an jî bav bide. Ji ber ku dayik û bavê min nexweşin, rewşa wan a hatinê tune bû. Me jî xwest ku li Stenbolê testa DNA'yê bidin. Me li Stenbolê serî li dozgeriyê da. Li wir daxwazname hat nivîsandin û şandin Şirnexê. Ji me re hat ragihandin ku daxwazname ji vir re hatiye şandin. Dûre me berê xwe dîsa dan Şirnexê. Lê li vir ji me re gotin daxwazname ji wan re nehatiye şandin. Em 3 caran ji Stenbolê hatin Şirnexê û me serlêdan kir. Lê ligel van hemû serlêdanên me jî, me tu encam negirt. Li Şirnexê ji me re gotin 'em ê daxwaznamne ji Stenbolê re bişînin bila hêzên ewlekariyê werin malê testa DNA'yê bigirin.' Lê ev demeke dirêje ev gotin jî bê encam ma."   'GELO FIRAT SAXE YAN MIRIYE?'   Şîşman, di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku ew weke malbata Firat Şîşman bi fikarin û wiha bi dawî kir: "Gelo Firat saxe? Em wisa difikirin. Em di vê gumanê de ne. Dibe ku bi birîndarî destê wan de jî be. Testa DNA'yê ne mimkune ku evqas bê dirêjkirin. Em niha nizanin hatiye kuştin an nehatiye kuştin. Her ku diçe fikarên me mezin dibin. Kes jî heta niha ji me re nebûye alîkar û ji ber vê yekê jî em bifikarin. Daxwaza me ew e ku vê fikara me zelal bikin."    Sûleyman Şîşman, da zanîn ku ji bo piştgiriya hiqûqî ewê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin.