Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin 2021-04-29 16:03:09   ENQERE - Rektoriya ODTU’yê beriya qedexeya derketina derve bi hêceta “belgeya destûrê nînin” xwendekar negirtin kampusê.    Beriya meşa xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) a ji ber 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê ku li kampusê li dar bixin, ji bo ketina zanîngehê belgeya destûrê hat xwestin. Li gel ku qedexeya derketina derve saet di 19.00’an de dest pê dike jî gelek xwendekarên xwestin bikevin zanîngehê, ji ber biryara Rektoriya ODTU’yê ya bi hêceta “belgeya destûrê nînin” negirtin.    Sekinîna xwendekarên ODTU’yê ya li deriye A4’ê didome   DAXUYANIYA REKTORIYÊ    Rektorî, têkildarî qedexeya derketina derve a ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê bidome, ji xwendekaran re meîl şand. Di meîla Rektoriyê de ev tişt hatin gotin: “Ji xeynî xwendekarên ku li wargeh û mevanxaneyan dimînin, di navbera dîrokên sînorkirinê de heta ku belgeya destûrê nebe nikarin bikevin kampusê. Di navbera dîroka qedexeya derketina derve de mevan li zanîngehê mevan jî nayên qebûl kirin.”