Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin 2021-04-29 15:40:55   MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê kesê ku hat diyarkirin zarokeke 14 salî tacîz kiriye, hat binçavkirin.    Li taxa Abdulqadîrpaşa ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, zilamekî 27 salî zarokeke 14 salî tacîz kir. Piştî ku zarokê bûyerê ji malbata xwe re vegot, malbata wê giliya zilam kir. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û zilam ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Polisan zilam birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Zaroka 14 salî jî ji bo kontrolên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin.