Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû 2021-04-29 13:26:39   AMED – Şahidan angaştên polisê ku maşîneya zirxî li zarokê bi navê Efe Tektekîn qelibandibû û bûbû sedema mirina wî derewandin û gotin ku xiza polis 70-80 kilometre bûye.    Di 11’ê îlona 2019’an de li kolana Emekê ya li navçeya Rezan a Amedê, polis Î.A. maşîneya zirxî bi xizeke zêde li zarokê bi navê Efe Tektekîn (5) qelibandibû û bûbû sedema mirina wî. Ji ber vê bûyerê doz li polis Î.A. hatibû vekirin û îro dnaişîna doza wî li 9’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Amedê hat dîtin.   ŞAHIDAN POLIS DEREWAND   Di danişîna ku polis Î.A. lê amade bû de destpêkê şahidên bûyerê hatin guhdarkirin. Şahidan gotina Polis Î.A. ku gotibû, ‘Xiza min 25 kîlometre bû’ derewandin. Ji şahidan Ramazan Eren, da zanîn ku dema bûyerê li ber Firina Hayal a birayê wî lê xebitiye rûniştî bûye û ev tişt got: “Qezaya bi qasî 70-80 metreyan dûrî min pêk hat. Xiza maşîneya zirxî zêde bû. Bi xiza 70-80 kîlometre diçû.”   Şahid Îbrahîm Kiliç jî diyar kir ku dema bûyerê li kiraatxaneyeke nêzî bûyerê bûye û bi van gotinan polise bersûc Î.A. derewand: “Bûyer li ber kiraatxaneya ez lê bûm pêk hat. Xiza maşîneya zirxî ku qeza kir 70-80 kîlometre bû. Piştî ku qeza pêk hat 2 welatiyên sivîl zarokê li texsiyê siwar kirin û birin nexweşxaneyê.”   PARASTINA BERSÛC   Polisê bersûc Î.A. agaşt kir ku gotinên şahidan hev nagirin û li qeydên arvento ya pergala şopandina wesayîtê nayên. Parêzerên polisê bersûc Î.A. daxwaz kirin ku muwekîlê wan wareste bê hesibandin. Heyeta dadgehê vê daxwazê qebûl kir û danişînê taloq kir.