Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin 2021-04-29 12:33:46 WAN - Li Ebexê, eskeran gule berdan gundiyê bi navê Caner Agûrtan ê li mihên xwe yên windabûyî digeriya. Eskeran dûre Agûrtan ê birîndar kirin, bi deqeyan dan ber pehînan. Agûrtan ê ji piyê xwe rastê birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.    Li gundê Nezrava Jorî ya girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê, gundiyê 28 salî Caner Agûrtan ê li mihên xwe yên windabûyî digeriya, di encama gule berdana eskeran de birîndar bû. Bûyer serê sibê saet 07.30’an de rû da. Agûrtan ê ji lingê xwe yê rastê birîndar bû, diyar kir ku piştî ku eskeran ew birîndar kirin, bi deqeyan dan ber pehînan. Agûrtan ê rakirin Nexweşxaneya Ebaxê, ji wir jî sewqî Navenda Tip a Dûrsun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hat kirin. Hat destnîşankirin ku rewşa Agûrtan başe.    BI AWAYEKÎ BIRÎNDAR DAN BER PEHÎNAN   Agûrtan, bûyer ji Ajansa Mezopotamya (MA) vegot û dest nîşan kir ku bûyer di saetên serê sibê de rû da. Agûrtan, anî ziman ku dema wî li mihên xwe digeriya bûyer qewimî û wiha axivî: “Li gund bi cotkariyê em debara xwe dikin. Duh bi şev mihên me winda bûn. Saet 06.00’ê sibê ez ji malê derketim û min dest bi geriyana mihên xwe kir. Piştî saetekê, eskeran li cihekê nêzî sinor gule bardan min. Gule li piyê min ket. Dema ez birîndar bûm, heya 10-15 deqeyan bi awayekê birindar ez meşiyam. Dûre esker hatin gel min. Yek, du eskeran pehîn li min dan. Dema pehîn li min dan min ji wan re got, ‘li min nexin ez birîndarim.’ Lê guhdarî min nekirin. Li ser vê eskeran gotin, ‘baş li te xistine’ û carek din pehîn li min dan. Piştre nêzî 10 eskeran li min kom bûn. Eskerekî li birîna min mêze kir û got, ‘Ne tirse, tiştek nebûye. Heya gundî werin tuyê li vê derê bimînî.’ Dema ku gundî hatin min bigirin jî, heya nîv saetê destûr nedan ku bên gel min. Dûre gundî hatin ez birim Peyîzavayê û ji wir jî ez birim Ebexê.”    ‘EZÊ ESKERAN GILÎ BIKIM’   Agûrtan ê li Navenda Tipa Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tê dermankirin, wiha got: “Ez vê bêmafiyê qebûl nakim. Bi awayekê bêsûc gule berdan min û li min xistin. Min li mihên xwe digeriya. Ez gilîdarê eskerame. Agûrtan ê li Ebexê îfadeya wî hat girtin, diyar kir ku ewê derbarê eskeran de gilî bike.