Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin 2021-04-29 11:17:29   ŞIRNEX - Cenazeyê Adem Ertene yê 19 salî ku di encama êrîşa bikêr a 6 kesan de jiyana xwe ji dest da, li welatê xwe Cizîrê hat veşartin.   Ciwanê 19 salî Adem Ertene yê ku ji bo xebate ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê çûbû Qeyseriyê, duh rastî êrîşa bikêr a 6 kesan hatin. Ertene, yê piştî êrîşî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê ligel hemû hewldanan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Malbata Ertene duh cenazeyê kurê xwe girt û anîn li Cizîrê veşartin.    Malbata Ertene, diyar kir ku her çar êrîşkar hatine girtin.