Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin 2021-04-29 11:12:34   BÛRDÛR - Li navçeya Bûcakê, dayika 2 zarokan Hatîce Işik, ji aliyê Ramazan T. ve bi çekê hat qetilkirin.   Li Taxa Karayvatlar a navçeya Bûcakê ya Bûrdûr, Ramazan T. ê 30 salî bi çekê êrişî jina 28 salî Hatîce Işik a ku li şarküteriye dixebitî kir. Xebatkarên li şarkuteriyê, agahî dan ekîbên polîs û tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihêbûyer, dest nîşan  kirin ku Hatîce Işik jiyana xwe ji dest daye.   BERSÛC HAT BINÇAVKIRIN   Ramazan T. ê Hatîce Işik kuşt, ji cihê bûyerê reviya. Polîsan piştî lêgerîneke demek kurt, Ramazan T. binçav kirin.   Cenazeyê dayika 2 zarokan Hatîce Işik, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bûcakê.