Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê 2021-04-29 11:07:35 RIHA - Ji ber Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li girtîgehê, kurê wê Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe çalakiya roja 52’yemîn a nobeta "edaletê" dewam kir.   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta bi daxwaza “Edaletê” ku li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re da destpêkirin, di roja 52’yemîn de berdewam dike. Ji ber dayik Emîne Şenyaşar îro çû seredana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê ji êrişî birîndar xelas bû û pişt re hat girtin, tevlî çalakiya nobetê nebû.   PIŞTÎ 3 MEHAN HEVDÎTINA EWIL    Emîne Şenyaşar, wê piştî 3 mehan cara ewil biçe seredana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê girtiye. Malbatê derbarê seredanê de ji hesabên xwe yên medya civakî ev parvekirina bi dîmen kir: “We du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin, têre nekir. We komkujiya duyemîn jî bi zexta ser darazê û sûcdariyên xeyalî 37 sal û 9 meh ceza dan kurê wê. 3 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Dayik îro diçe hevdîtina wî. Nobeta me ya EDALETÊ di roja 52’yemîn de berdewam dike.”   ZILMEKE MEZIN E   Dayik Emîne Şenyaşar a di dîmenê de amadekariyên çûna girtîgehê dike û wiha dibêje: “Ez ê biçim kurê xwe Fadil bibînim. 3 sal in di girtîgehê de, bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin. Ji mala min 3 kes hatin qetilkirin. 3 kurê min jî hatin birîndarkirin û ji mirinê zivirîn. Zilmeke mezin li me kirin. Ez ê biçim seredana kurê xwe. Ya rebî ev zilm me qebûl kir, tu qebûl neke.”   Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê birîndar xelasbûyî jî, di saetên serê sibê hat pêşiya avahiya edliyeyê û di roja 52’yemîn de dest bi çalakiya nobetê kir.