Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin 2021-04-29 11:03:24 HEWLER- Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a ku hedef dike 100 kîlometre qada Metîna, Zap û Avaşînê dagir bike û serweriya xwe ava bike, di nava 6 rojan de tenê karî 8 kîlometrayan pêş de biçe. Hat diyarkirin ku endamên OSO anîne herêma operasyonê ya ku TSK lê zor û zehmetiyan dikêşe.  Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a di 23’yê Nîsanê de, li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên di sinorê Herêma Federe ya Kurdistanê de hat destpêkirin, dewam dike. Piştî ku herêm bi balafirên şer hat bombebarkirin, helîkopteran esker danîn herêmê. Dûre di navbera hêzên TSK û Hêzên Parastina Gel (HPG) de, şer û pevçûnên dijwar rû dan. Hat destnîşankirin ku duh helîkoptera Skorsky, di dema esker datînan herêma Bedewê ya Qela Zapê, hat derbkirin û piştre şer derket.    Li aliyê din, hat îdîakirin ku HPG’ê ji hewa de, êrişî baregeha TSK’ê ya li herêmê Behdînanê kiriye û di êrişî de 4 eskeran jiyan xwe ji dest dane, gelek esker jî, birîndar bûne.   HEDEF 100 KÎLOMETRE YE   Di heman demê de, derbarê hedefa operasyona TSK’ê dest pê kir de, heya niha tu agahiyek fermî nehatiye dayîn. Lê li gorî çavkaniyên herêmê, Tirkiye dixwaze 100 kîlometre herêmên Metîna Zap û Avaşînê dadgir bike û serweriya xwe ava bike. Çavkaniyên herêmê, dan zanîn ku TSK’ê heya niha tenê 8 kîlometreyan kariye li qada Metîna pêş bikeve, li 4 cihan xwe bi cih kiriye û li van deran jî şerên dijwar rû didin.    DI RASTIYÊ DE ARMANC HERÊMA FEDEREYE      Eskerên TSK’ê yên bi piştgiriya PDK’ê, li 40 baregehên berê û yên nû bi cih bûne, armanc dike ku bi operasyonan, li herêmên dibin kontrola PKK’ê de, serweriya xwe ava bike. Çavkaniyên pêşmergeyan ên me bi wan re hevdîtin kirin, anî ziman ku Tirkiye armanc dike ku li herêmeke 100 kîlometre serweriya xwe ava bike û di rastiyê armanc dagirkirina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.    GELÊ HERÊMÊ: 70 CENAZE BIRIN   Li sê herêmên ku şer û pevçûnên tund lê rû didin, her çiqasî TSK aşkere neke jî, gelek eskerên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêma operasyonê, gelek windahiyên TSK’ê hene, lê van windahiyên xwe aşkere nake. Gelê herêmê, da zanîn ku heya niha herî kêm cenazeyê 60-70 eskeran û gelek birîndaran, rakirine nexweşxaneyên li baregehên eskerî yên li Lojîstîk û Balafirgeha Geliyê Zaxo û Bamernê hatine avakirin.    5 HELÎKOPTER HATIN DERPKIRIN   Dîsa, li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêşmerge yên herêmê hatin girtin, heya niha 5 helîkopterên Skorsky di dema danînê de hatine derbkirin. Duh di saetên serê sibê de jî, ji hewa ve êrişî baregeha eskerî ya li herêma Kanîmasiyê ya girêdayî navçeya Amediyê ya Dikokê hatibû kirin. Li gorî agahiyên ewil di vê êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da bûn û gelek esker jî birîndar bibûn.    Ligel vê yekê, hat îdîakirin ku Balafira Bêmirov a Biçek (SÎHA), 9 eskerên di roja ewil a operasyonê de, li herêma Qela Bedewê ya Zapê hatibûn danîn û dûre agahî ji wan nehat girtin, bombebaran kiriye.   ENDAMÊN OSO’YÊ BIRIN OPASYONÊ   Piştî operasyona Garê ya ku TSK necar ma ku paşve vegere, di vê operasyonê de, hezar endamên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) yên perwerdekirî, anîn baregeha eskerî ya Geliyê Zaxoyê. Li gorî agahiyan, SADAT ku baregeha xwe ya ewil di sala 2017’an de li bajarê Dihokê ya Kurdistana Federe ava kir, ji bo endamên OSO yên bi taybet perwerde dike, 3 hezar dolar meaş dide.    Her wiha, tê îdîakirin ku Tirkiyê di meha Çileya 2021’an de, ji 3 hezarî zêdetir endamên OSO yên ji Sûriyeyê, Iraqê, Afganîstanê, Azerbaycanê û Çeçenîstanê, ji bo ku li dijî PKK’ê şer bikin, li baregehên Kanîmasiyê, Amediyê, Bamernê, Qesrê û Sîdekanê bi cih kirine.   HEZAR DONIM ERD ZIRAR DÎT   Midurê Bajaroka Kanîmasiyê ya girêdayî navçeya Amediyê ya Dihokê Serbest Sabrî, pêr derbarê operasyonê de daxuyanî da bû û wiha gotibû: “TSK’ê heya niha kariye li girên Kestê û Dîrarê bi cih bibin. Herêm her tim tê bombebaran klirin. Di encama bombebaranê de, hezar donim erdê li herêma Berwarî Bala zirar dît. Ji ber vê rewşê cotkarî û sewalkarî nayê kirin. Dîsa li herêmê ji ber bombebaranê şewatê rû da û zirar gehişt gelek bax û baxçeyên welatiyan. Ji li dijî vê bi berteke.”    Hat diyarkirin ku gelê li herêmê çûne gel hêzên asayîşê, saziyên herêmê û baregehên TSK’ê û bertek nîşan bombebaranê da ne.    MA / Erdogan Altan