‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’ 2021-04-29 09:00:35 ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê diyar kirin ku tecrîd li ser civakê tev belav bûye û gotin: “Têkbirina faşîzmê bi xwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e.”  Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê 154 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Rêvebera Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajarê Îzmîrê Dîdar Gul û Hevberdevkê Partiya Çep a Keskan ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar bal kişandin ser tecrîdê û greva birçîbûnê.    'ÇALAKÎ HELWESTEK LI DIJÎ TECRÎDÊ YE’    Huseyîn Çaglar anî ziman ku bi pandemiyê re tecrîd her ku diçe kûr dibe û bi tecrîdkirina Ocalan re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde bûne. Çaglar diyar kir ku girtî tenê ne ji bo zextên li girtîgehan di heman demê de ji bo binpêkirinên mafan û tecrîda li derve li ser civakê belav bûye di greva birçîbûnê de ne û ev çalakî helwestek li dijî tecrîdê ye. Çaglar got pêwîste partiyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin û ji bo parastina vî mafî seferber bibin.    Çaglar bal kişand ser xemsariya îqtidarê ya ji bo greva birçîbûnê û piştî dengê civakê bilind bû îqtidar wê xemsariya xwe xera bike. Çaglar anî ziman ku tecrîd li girtîgehan heye xwe li derve jî eşkere nîşan dide û divê her kes viya baş bibîne û xwedî li daxwazên girtiyan derkevin û muxalefeta civakî jî bikeve tevgerê.    'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DERKEVE’    Rêvebera ESP’a Îzmîrê Dîdar Gul jî destnîşan kir ku greva birçîbûnê li dijî faşîzma zordar e û wiha got: “Divê ev têkoşîn û berxwedan tenê bi hundir re sînordarkirî nemîne. Lazim ev bertek û daxwaz li derve jî werin qîrkirin. Xwedîderketina greva birçîbûnê dijderketina faşîzmê ye. Divê girse û sazî bikevin tevgerê. Ji bo grevên birçîbûnê bêdengiyek xeternak heye. Ji bo xerakirina vê xemsariyê divê xelk û îqtidar bikeve tevgerê. Pêwîste her kes li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bike û xwedî li greva birçîbûnê derkeve.”