AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye 2021-04-29 09:00:30 AGIRÎ - Li Agiriyê di sala 2015’an de tîmên taybet endamê HDP’ê Sezaî Yaşar û birayê wî Ahmet Yaşar kuştibûn. Têkildarî kuştina her du birayan tevî serlêdana AYM’ê jî 5 sal in tu pêşketin çênebûye.  Li taxa Sitkiye ya Agiriyê di 31’ê tîrmeha 2015’an de tîmên taybet bi ser malekê de girtibûn û di operasyona li dar xistin de endamê HDP’ê Sezaî Yaşar û birayê wî Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk ê ji Mûşê kuştibûn. Piştî bûyerê malbata Yaşar derbarê tîmên taybet de li Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê bi hêceta “înfaza bêdaraz” gilî kiribûn.    Di 16’ê adara sala 2016’an de bi biryara neşopandina dozê gilîkirina malbatê hat betalkirin. Parêzerên malbatê li dijî biryara dozgeriyê serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Agiriyê dan û îtîrazî biryarê dan. Lê belê dadgehê jî serlêdanê red kir. Li ser vê yekê malbatê bi awayek ferdî bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Tevî ku ev 5 sal in bi ser serlêdanê re derbas bûn jî heta niha bi qasî serê derziyê tu pêşketinek di dozê de çênebûye.    JI BO PARASTINA TÎMÊN TAYBET BIRYARA NEŞOPANDINÊ DAN    Ji parêzerên malbatê Mahmût Kaçan destnîşan kir ku roja operasyonê tîmên taybet bi qesta kuştinê çûne operasyonê û banga teslîmbûnê nehatiye kirin. Kaçan anî ziman ku herdu bira jî bi şiklek înfaza bêdaraz hatine kuştin û tevî hemû serlêdan û daxwazên wan jî dozgeriyê ango dadgehê li ser sîlehan xebatek birêkûpêk a şopa tiliyê nekiriye. Kaçan da zanîn ku biryarek ku bi temamî li ser maseyê hatiye hûnandin hatiye amadekirin û ji bo dozger van tîmên taybet biparêz e biryara neşopandina dozê da. Kaçan got dozgerê biryara neşopandinê daye bi tewanbariya FETO ji wezîfeyê hatiye îxrackirin û li gel 5 sal in bi ser daxwaza ku dane AYM’ê jî heta niha tu pêşketin çênebûye. Kaçan destnîşan kir ku ew li benda AYM’ê ne ku biryara xwe bide.