Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin 2021-04-28 20:53:38 NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 341 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 hezar û 444 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 341 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 728 nexweşên nû re 40 hezar û 44 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 39 hezar û 398’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 751 hezar û 26’an.