Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn 2021-04-28 14:33:42   STENBOL – Rêxistinên demokratîk ên girseyî, kesên ku di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin, li Hevraza Kazanciyê bi bîr anîn.    Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Hewldana 78’an, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Kesk a Çepgir, kesên ku di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin, li Hevraza Kazanciyê ya li Qaqa Taqsîmê bi merasîmekê bi bîr anîn. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin.    DESTHILATÊ BI KAR ANÎ   Di merasîmê de daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin ji Hewldana 78’an ji aliyê Îsmaîl Agan ve hat xwendin. Agan, diyar kir rexmî ku AKP’ê di sala 2010’an de ji bo lêkolînkirina komkujiyên 1’ê Gulana 1977’an, 1978 Mereş, 1980 Çorûmê sozê avakirina “Komîsyona Edaletê” daye jî sozê xwe bi cih naniye û wiha got: “Faîlên komkujiyan dernketin holê. Di demeke kurt de hat hînbûn ku desthilat ji bo bandora li ser encamên referanduma Destûra Bingehîn siyaset dike. Amûrkirina êşa gel a ji bo rojevên polîtîk bêedaletî ye.”   TAQSÎM QADEKE CEMAWERIYÊ YE   Di berdewamê de Agan, destnîşan kir ku Qada Taqsîmê qadeke cemaweriyê ye ev tişt got: “Li her dera dinyayê qadên wiha hene. Di demên modern de qadên wiha qadên cemaweriyê ne. Mirovê îtîraz dike mirovê şareza ye. Muqtedîrên serdest, kesên li dijî gel sûc dikin, naxwazin dengê îttîrazê yên gel bibihîzin û qadên cemaweriyê yên azadiyê qedexe dikin. Dixwazin cemaweriya Qada Taqsîmê biqedînin.”   ŞEWBÊ DIKIN HINCET   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku 1’ê Gulanê bi hinceta şewbê qedexe dikin û ev tişt anîn ziman: “Di dema pandemiyê de hîn kir ku qedexe û xizanî tenê ji bo karkeran heye. Taqsîm Qada 1’ê Gulanê ye. Çîna karkar di oxira 1’ê Gulane de canê xwe daye. Bila bê zanîn û bihîstin ku 1’ê Gulanê cejna çîna karker e.”    Bîranîn bi danîna qurnefîlan a li Hevrazê Kazanciyê bi dawî bû.