Guzel serdegirtina şînê pirs kir 2021-04-28 13:04:58   AMED - Parlementera HDP’ê Semra Guzel, serdegirtina şîna ku li navçeya Farqînê ji bo Şehnaz Okşamak a HPG’î hatibû danîn bir rojeva Meclîsê û pirsa “Di kîjan olan de şîn tên astengkirin?” kir.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, serdegirtina eskeran a şîna li navçeya Farqînê ji bo Şehnaz Okşamak a HPG’î hatibû danîn bir rojeva Meclîsê. Guzel, gotina fermandarê cendermeyan a di şînê de bi bîr xist û diyar kir ku li cihê şînê piştî îfadeya 5 kesan hat girtin, cendermeyan ew vexwendibûn qereqolê û bi hêceta bergiriyên pandemiyê bin pê kirine 7 hezar lîre cezayê pere li wan birîbû.    PIRS   Guzel, ji bo ku Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû bi bersivîne ev pirs pirs kirin:      “* Hûn di ferqê de ne ku Wezareta we ji van pêkanînên nirxên çandî û hiqûqê bin pê dikin di asta yekemîn de berpirsyar e?   * Zorkirina veşartina cenazeyan û kirariyên şînê ya derveyî mirovahiyê di encama polîtîkayên taybet de tên kirin?   * Ev pêkanînên ku derdikevin asta îşkencekirina cenazeyan û malbatan, gefa li aştiya civakî dixwe?   * Di kîjan olan de şîn tên astengkirin?   * Taziya qebûlkirina di qada vekirî de qedexe ye? Ev qedexe ji bo rayedarên desthilatê ku her hefte bi sedan kesan rêgezên mesafeya fîzîkî îhlal dikin û tevlî merasîma cenazeyan dibin jî derbasdar e?   * Pêşniyaznameyeke fermî ku derbarê tevlîbûna şînê ya di qada vekirî de, bergiriyên di çarçoveya pandemiyê de hatine wergirtin bin pê dike heye. Cezayê pere yê ji welatiyên ku di qada vekirî de tevlî şînê bûbûn re hatine birîn wê were betalkirin? Ji çend kesên ku bi rayedarên desthilatê re tevlî merasîma cenazeyan bûn, ji ber rêgezên pandemiyê bin pê kirine ceza hatiye birîn?   * Fermandarê qereqolê yê ku di serdegirtina şînê de gotibû “li vir dikek hebe ew jî ez im, yê ku dengê wî derkeve jî ez im’. Bi van gotinan fermandar dixwaze çi vebêje? Ji cendermeyan re piştevaniya psîkolojîk tê dayîn?