Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin 2021-04-28 12:36:19   STENBOL - Koordînatorê Giştî yê Enternasyonal a Pêşketî Davîd Adler, diyar kir ku ew bi du armancan hat Tirkiyeyê û got: “A ewil me xwest em têkoşîna li dijî rejîma Erdogana tê dayîn, dîtbar bikin. A duyemîn jî me xwest em ji têkoşîna beşên cuda yên li Tirkiyeyê têdikoşin, hin tişt fêr bibin.”   Koordînatorê Giştî yê Enternasyonal a Pêşketî (Progressive International) Davîd Adler ê bi armanca Doza Kobanê bişopîne û piştevaniya bide Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên demokrastîk hat Tirkiyeyê, li oteleke Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist. Adler, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ji b odu armanca ez hatim Stenbolê. A ewil me xwest em têkoşîna li dijî rejîma Erdogana tê dayîn, dîtbar bikin. A duyemîn jî me xwest min ji têkoşîna beşên cuda yên li Tirkiyeyê têdikoşin, hin tişt fêr bibin. Têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ji bo tevahiya cîhanê jêderka îlhamê ye. Emê dersên mezin ji vê têkoşînê bigirin.”