‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’ 2021-04-28 09:00:33   COLEMÊRG - Mahiye Polat destnîşan kir ku cendirmeyan zext li wan kiriye ku biçin ber avahiya HDP’a Amedê û got: “Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim.”    Polîs û leşkerên ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatine wezîfedarkirin, diçin zextan li ser malbatên ku zarokên wan tevli PKK’ê bûne û wan bibin ber avahiya HDP’a Amedê. Ev koma leşker û polîsan sozên cûr bi cûr didin van malbatan û dixwazin hejmara malbatên li ber HDP’ê zêde bikin.    Komek cendirme çûn cem malbata Davût Polat ê 5 sal in agahî jê nayê wergirtin. Malbat li Colemêrgê rûdinê. Cendirmeyan ji malbatê xwest ku biçin ber avahiya HDP’ê. Malbatê daxwaza cendirmeyan red kir û diyar kir ku ew zarokên xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazin.    ‘EZ LAWÊ XWE JI DEWLETÊ DIXWAZIM’   Dayika Davût Polat, Mahiye Polat diyar kir ku bi salan e wê agahî ji lawê xwe negirtiye û dema lawê wê zanîngeh dixwend gelek caran hatiye binçavkirin û girtin û 18 sal cezayê zindanê jê re dihat xwest. Polat da zanîn ku piştî cezayê lawê wê hatiye pejirandin êdî agahî jê negirtine û got: “Cenidirme hatin malê û j imin xwestin ez biçim ber HDP’ê. Ji min re gotin ‘biçe kurê xwe bîne em ê destekê bidin te’. Lê min jî got; Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim. Ez biçim ber HDP’ê jî ez ê lawê xwe ji dewletê bixwazim. Hûn bi trîlyonan pere jî bidin ez ê daxwaziya wan red bikim. Ez tenê lawê xwe ji dewletê dixwazim.”    DU LAWÊN WÊ JÎ DI ZINDANÊ DE NE    Polat destnîşan kir ku ji bilî lawê wê Davût, du lawên wê din jî di zindanê de ne û got: “Herdu lawên min girtî jî zewidandî ne. Ez dixwazim zarokên min ji vê zilmê xelas bibin û werin cem malbatên xwe. Daxwaza min tenê ew e ku herdu lawên min werin berdan û xeberek ji Davût bigirim.”