Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-04-27 22:07:06   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 346 kesan jiyana xwe ji dest dan û 43 hezar û 301 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 346 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 703 nexweşên nû 43 hezar û 301 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 39 hezar û 57’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 710 hezar û 582’yan.