Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin 2021-04-27 18:48:49   STENBOL - Karkeran xwest li dijî biryara qedexekirina 1'ê Gulanê daxuyanî bidin. Polîsan mudaxileyî karkeran kir, 3 jê rojnamevan 33 kesan biçav kirin.    Karkerên Sînbo û SML ên bi boneya endamên sendîkayê bûn û bi Kod-29 ji kar hatine derxistin, xwestin li dijî biryara qedexekirina 1'ê Gulanê li ber Fabrîkaya Etîket a SML a li navçeya Avcilara Stenbolê daxuyanî bidin. Polîsan destûra daxuyaniyê neda û mudaxileyî karkeran kir.    Di encama mudaxileyê de nûçegihanê me Muhammet Enes Sezgîn, nûçegihana JinNewsê Sena Dolar, nûçegihana Kizil Bayrakê Kardelen Yogungan jî di nav de 33 kes hatin binçavkirin.   Karkerên hatin binçavkirin bi berzkirina dirûşman bertek nîşanÎ polîsan dan. Polîsan binçavkiriyan bir Miduriyeta Polîsan.