MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin 2021-04-27 14:03:00 RIHA – Rêveberên MEBYA-DER û Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, serdana Malbata Şenyaşar kirin.    Serdanên ji bo Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 50 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digirin, didomin. Rêveberên  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê serdana Malbata Şenyaşar kirin û piştgirî dan malbatê.    DAYIK: DENG BIDIN ME   Serdana destpêkê ji aliyê rêveberên KESK’ê ve pêk hat. Emîne Şenyaşar, tiştên ku 3 sal in dijî ji rêveberên KESK’ê re vegot û ev tişt anî ziman: “Em vê hikûmet û edaleta wê qebûl nakin. Divê herkes rabe ser piya û netirse. Em li vir li ber xwe didin, deng bidin me.”   ‘EM Ê BI TENÊ NEHÊLIN’   Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtim Sen) ya Amedê Emîne Yildiz, di serdanê de axivî û diyar kir ku wê piştgirî û piştevaniya xwe ya ji bo Malbata Şenyaşar bidomînin û wiha got: “Heta ku edalet pêk were em ê bi we re bin. Ev doz ne doza we tenê doza me jî. Neheqî bi hezaran kesî tê kirin. Em bi piştevaniya hev edaletê pêk bînin. Hûn bêyî ku aciz bibin li vir in. Em ê jî hêzê bidin we. Weke şaxên KESK’ê em ê bi tenê nehêlin.”   ‘EM BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’   Ji ber serdana wan Ferît Şenyaşar spasiya heyeta KESK’ê kir: “Serdana me li ser piya dihêlin. Dosyayên dozê “li dijî hiqûqê” ji hev hatine cudakirin. Derbarê doza nexweşxaneyê dosya nehat vekirin. Dozger me qebûl nake. Tenê me carekê bi dozger hevdîtin kir. Ji me re got ku 23 kesan tespît kiriye. Wê demê derbarê 23 kesan de tişta pêwîst bike. Venekirina dozê li gorî hiqûqê dibînin. Wê roj bê ji ber hevparbûna xwe heyeta dadger jî bê darizandin. Ji ber hûn hatine piştevaniya me em spasiya we dikin. Heke girtin çêbibe jî em ê li malê li ber xwe bidin.”   Piştî heyeta KES’ê ji MEBYA DER’ê jî heyetekê serdana malbatê kir. Heyetê piştgirî û piştevaniya xwe ji malbatê re ragihand.