Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î 2021-04-27 11:49:16   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 50’yemîn a lêgerîna xwe ya edaletê de ev peyam parve kir: “3 mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin! Lê hêj yek kes jî nehatiye girtin.”   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta bi daxwaza “Edaletê” ku li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re da destpêkirin, di roja 50’yemîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ku di saetên serê sibê de hat pêş avahiya edliyeyê, di baxçeyê edliyeyê de çalakiya xwe da destpêkirin. Malbatê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi hashtaga #JiboMalbataSenyasarEdalet (#SenyasarAilesiİcinAdalet) parvekirin kir wiha got: “Hêj jî behsa heq û hiqûqê dikin! 3 mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin! Lê hêj yek kes jî nehatiye girtin.” Heke qeydên qemereyê nebûna wê bigotine bijîşkan ev mirov kuştine. Di holê de rastiyeke bi êş heye. Niha ji bo me EDALET hiqûq nîne nîne!”