Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin 2021-04-27 11:24:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî, diyar kir ku di meşa li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li Silemaniyê de 55 kes hatine binçavkirin.  Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di 23’ê nîsanê de li heremên Metîna, Avaşîn û Zapê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin. Xelkê Silêmaniyê, di 25 nîsanê de bi pêşengiya Tevgera Azadî daketibû qadan û êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar kiribûn. Lê belê Asayîşa Silêmaniyê mûdaxaleyî meşê kiribû û rojnamevan Rêbaz Hesen ê meş dişopand jî di nav de gelek kes binçav kiribûn. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek da. Tevgera Azadî, diyar kir ku di meşê de 55 welatparêz, endam û alîgirên wan ên xwestine li dijî operasyona Tirkiyeyê bertek nîşan bidin hatine binçavkirin.