Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan 2021-04-27 10:34:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê, ragihand ku hejmara leşkerên ku di operasyona TSK’ê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 3’yan.    Wezareta Parastinê, têkildarî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku hejmara leşkerên ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 3’yan.    Di daxuyaniyê de bêyî ku cihê lê jiyana xwe ji dest dane bê aşkerakirin navên leşkeran wiha hatiye dayîn: “Di 25’ê nîsanê de Çawişê pispor Îsa Çakar, di 26’ê nîsanê de jî Serpelê Piyade Mehmet Kivik û Leşkerê Piyade yê Bipeyman Mûstafa Çalim jiyana we ji dest dane.”