Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe 2021-04-27 10:23:13 ANKARA – Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku darizandina Doza Kobanê dişibe darizandina Doza KCK’ê û ev tişt got: “Wê ev darizandin bi zorê nebe. Bû darizandina karîkator.”   Danişîna ewil a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, duh li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Di dozê de ji ber şermezarkirinên ku di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê hatine lidarxistin darizandin tê kirin. Bi sedan parêzer tevlî danişînê bûn. Lê heyeta dadgehê tu daxwazeke parêzeran qebûl nekir û bêyî parêzeran tespîta nasnameyan kir û doznameyê xwend.    TIŞTA HAT XWESTIN KIR   Ji parêzerên dozê Parêzer Mehmet Emîn Aktar ku di darizandinên KCK’ê de jî cih girtibû, têkildarî dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Aktar, di destpêka axaftina xwe de qala pêkanîna danişînê kir û da zanîn ku ji ber hejmara zêde ya polisan li eywana danişînê cih ji parêzeran re nemaye û dema ku ji serokê dadgehê xwestine hemû parêzer bikevin eywana danişînê jî serok daxwaza wan qebûl nekiriye. Aktar, da zanîn ku ji serokê dadgehê çi hatibe gotin li gorî wê tevgeriyaye û wiha got: “Ev tiştekî xerîb bû. Di jiyana xwe ya pîşeyî de cara yekemîn leqayî tiştekî wiha hatim. Li gorî tu şertê usûlê tevnegeriya.”   DESTHILAT DARAZÊ JI XWE RE KIRIYE DAR    Piştre Aktar li ser doznameyê rawestiya û derbarê doznameyê de ev nirxand kir: “Dozname derbarê çalakiyên ku hatine kirin û daxuyaniyên ku hatine dayîn de ye. Gumaneke vê doznameyê ya lêkolîna sûc tuneye. Li gel ku ewqas cezayên giran tên xwestin jî bêyî parêzeran darizandinê domandin. Ev bi tevahî li dijî usûlê ye û darizandineke bêhiqûqî ye. Aşkera li holê ye ku desthilat darazê weke dar bi kar tîne. Di bloqa desthilatê de du nêrîn hene. Yek ji wan dibêje wê darizandin di çend mehan de biqede. Lê hûn li vir înşaetê lênakin. Dema ku hûn darizandineke bikin divê hûn delîlan berhev bikin û li danişînan nîqaş bikin. Lê pêwistiya dadgehê bi nîqaşkirina tiştekî tuneye. Dadgeh dibejê ku li gorî tu şertî tevnagerim.”   DOZA KCK’Ê   Aktar, destnîşan kir ku darizandina Doza Kobanê dişibe darizandina dozên KCK’ê ku ji aliyê Cemaeta Fethullah Gulen ve hatibûn organîzekirin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Dozên KCK’ê li gorî usûlê bûn lê di Doza Kobanê de ev nehat kirin. Mînak, di doza sereke ya KCK’ê de dadgeh di 2 rojên ewil de derbasî tespîtkirina nasnameyan nebû. Di 2 rojên destpêkê de me li ser ziman û usûlê nîqaş kir. Lê îro tiştekî cuda hebû. Dadgehê hewl da ku angaştên bêbingeh di raya giştî de cih negirin. Lê nikaribû vê bike. Dema ku hûn tiştekî neheq bikin di her şertî de hûn ê şaşiyan bikin. Vê darizandinê bi zorê nabe. Îro darizandineke karîkator bû”   BARÊ HEYETA DADGEHÊ   Di berdewamê de Aktar, got ku di danişînê de derketiye holê ku heyeta dadgehê nikare giraniya Doza Kobanê hilbigire û axaftina xwe wiha domand: “Di dozê de 108 kes tên darizandin lê beşek ji wan tunene. Ne pêkanek ku dadgeh xwe bigihîne wan. Li benda wan mayîn dibe ku salan bigire. Ji ber vê dosya dikarin ji hev bên cihêkirin û darizandin bê domandin. Wê demê we çima vê dosyayê bi hev re vekir? Hûn ê hem dadgehê bikin bin barekî wiha giran hem jî jê bixwazin ku bi awayekî lez encam bê girtin. Dema ku hûn wiha bikin wê encameke wiha derkeve holê.”   WÊ BI DOZA KOBANÊ DÎROK BÊ NIVÎSANDIN   Aktar, bi lêv kir ku wê bi Doza Kobanê dîrok bê nivîsandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em derfet bibînin ku rastiya serdemekê nîqaş bikin. Em dixwazin hewldana ku rastî çî ye û derxin holê bidin. Lewre îro di nav 37 cinayetan de tenê derbarê 4 cînayetan de doz hatiye vekirin. Faîl nehatine dîtin. Yanî kesên ku rast e rast cînayetê pêk anîne li holê tunene. Heta ku hûn vana dernexin holê jixwe hûn nikarin kesî sûcdar bikin. Ji ber vê weke qadeke têkoşînê dibe ev bibe serdemeke ku bê dîtin faîlên li pişt cînayetan derkevin holê û çawa ketine tevgerê.”   MA / Berîvan Altan - Zemo Aggoz