Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê! 2021-04-27 09:03:44 ÊLIH - Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê li Girtîgeha Tarûsê jiyana xwe ji dest dabû herî dawî jî destên wî kelemçekirî birine nexweşxaneyê.  Yekta Savaş Delî (31) yê li Girtîgeha Tarûsa Mêrsînê Jimara 3’yan a Tîpa T dimîne bi rêya telefonê di 23’yê nîsanê de bi dayika xwe Gulnur Delî re axivî. Delî ji dayika xwe re gotiye ku ew ketine greva birçîbûnê û derbarê girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê 67 salî di 22’yê nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû de jî agahî dan.    Delî destnîşan kir ku wî di koma 31’emîn a greva birçîbûnê de cih girtiye û bi destpêkirina greva birçîbûnê re binpêkirinên mafan derketine asta herî jor.    ÎSA GULTEKÎN BERIYA MIRINÊ JÎ HATIYE KELEMÇEKIRIN    Gulnûr Delî wiha behsa hevdîtina bi lawê xwe re kir: “Îsa Gultekîn ê 28 sal in di girtîgehê de hevalê lawê min ê qawîşê bûye. Maye du sal ku tahliye bibe. Li gel nexweş bûye jî bernedane. Ev nêzî du mehan bû her tim behsa Îsa Gultekîn dikir. Her tim digot rewşa wî krîtîk e. Dermankirina wî baş neyê kirin û nabin nexweşxaneyê. Wextê roja ku rewşa wî giran dibe ji qawîşê derdixin û dibin. Lawê min got ‘dema wî birin nexweşxaneyê jî destên wî kelemçe kiribûn.’ Pişt re jî bihîstine ku jiyana xwe ji dest daye. Lawê min got ‘Îsa Gultekîn ji ber binpêkirin û xemsariyên girtîgehê û rayedaran jiyana xwe ji dest daye’. Lawê min bang li raya giştî kir û xwest her kes destekê bide greva birçîbûnê û bûyera Gultekîn bila were pirsîn.”   ‘LAWÊ MIN NEXWEŞ ‘   Delî anî ziman ku lawê wê jî ji gurcika xwe nexweş e û ji ber lawê wê nayê dermankirin rewşa wî girantir dibe. Delî destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan fikaran didin wan û bang li her kesê kir ku piştgiriya girtiyan bikin.    MA / Fethî Balamana