Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe 2021-04-27 09:01:07 COLEMÊRG - Hevjîna girtiyê nexweş Ayhan Polat, Firûze Polat wiha got: “Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”  Ayhan Polat ê endamê Meclîsa Giştî yê Bajêr ê Colemêrgê yê serdema berê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” 10 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û 4 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F de tê ragirtin. Polat li ji gundê Zêwkana girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ye. Gelek nexweşîn bi polat re peyda bûne. Hevjîna Polat, Firûze Polat got hevjînê wê nexweş e û xwest were berdan.    ‘BI NEXWEŞÎNAN RE RÛBIRÛ MAYE’    Polat anî ziman ku hevjînê wê bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin û got: “Di dosyeya wî de tiştek bibe sûc tune ye. Li ser îfadeyên şahidê nepen hatiye girtin û ceza lê hatiye birîn. Hevjînê min li girtîgehê bi nexweşînan re rûbirû maye. Nexweşîna dil pê re heye û demek beriya niha ji anjiyo emeliyat bû. Gelek nexweşînên wî hene ne tê dermankirin û ne jî dibin nexweşxaneyê. Piştî hevjînê min hat girtin, ez neçar mam li 4 zarokên xwe binêrim. Em gelek feqîr in. Tişta tînin serê me zilm e. Pêwîst e êdî ev zilm bi dawî bibe. Ez dixwazim tevahiya girtiyên siyasî werin berdan. Bila êdî edalet pêk were.”