MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan 2021-04-26 21:14:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihandin ku hejmara leşkerên di operasyona li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane gihîştine 2’yan. Wezareta Parastinê ya Milî (MSB) ya Tirkiyê derbarê operasyona li sê deverên girêdayî Herêma Kurdistanê berdewam dikin de daxuyanî da. MSB’ê ragihand ku hejmara leşkerên di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 2’yan.