Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-04-26 18:46:05   STENBOL - Nûçegihanê me Enes Sezgîn û kameramanê Arti TV Bîlal Meyvecî yên di şopandina nûçeyê de hatibûn binçavkirin piştî îfade dan miduriyeta polîsan hatin berdan.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê ji bo bale bikişîne ser Doza Kobanê ya îro li Enqereyê hat destpêkirin, daxuyanî da. Polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kiribû û Nûçegihanê me Enes Sezgîn û kameramanê Arti TV Bîlal Meyvecî yên nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Sezgîn û Meyvecî piştî îfade dan miduriyeta polîsan serbest hatin berdan.