Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan 2021-04-26 13:00:07   ŞIRNAK  - Tevgera Azadî, xwest ku rojnameger Hesen Rêbaz jî di nav de kesên duh ji ber operasyona TSK’ê ya li Başûr şermezar kiribûn hatibûn binçavkirin bên berdan.    Di 23’ê nîsanê de Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmda Kurdistanê operasyoneke mezin a bejahî û hewayî dabû destpêkirin. Duh li Silemaniyê komekê vê operasyona Tirkiyeyê şermezar kiribû. Hêzên Asayîşê mudaxaleyî komê kiribûn û rojnameger Hesen Rêbaz jî di nav de gelek kesî binçav kiribûn.    ‘KESÊN BINÇAVKIRÎ BERDIN’   Endamê Lîjneya Birêvebirina Tevgera Azadî Nerîman Ehmed, têkildarî binçavkirinan daxuyanî da û agahî da ku 25-30 kes hatine binçavkirin û got ku ji bo berdana kesên binçavkirî hewldanên wan didomin. Ehmed, da zanîn ku ji bo berdana binçavkiriyan bi berpirsên asayîşê re axivîne û diyar kir ku berpirsên asayîşê ji wan re gotine, ‘ferman ji jor hatiye. Kî dibe bila bibe kesê tevlî çalakiyê bibe dê bê binçavkirin.”   Ehmed, helwesta YNK û saziyên ewlehiyê şermezar kir û ev tişt gotin: “Kesên hatine binçavkirin divê demildest bên berdan. Heke kesên binçavkirî neyên berdan em ê careke din dakevin qadan û bertek nîşan bidin.”