ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist 2021-04-26 11:04:20   NAVENDA NÛÇEYAN – Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Doçentê Alîkar Kerem Altıparmak, bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku beriya Doza Kobanê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi dîmenekê HDP’ê hedef nîşan dabû da û ev bersiv dayê: “Ez dibêjim qê ciwanên nivîsbarkar ên hatibûn odeya we ev dîmen amade kirine.”   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, beriya Doza Kobanê ya li dijî HDP’ê hatiye vekirin, bi dîmenekê HDP’ê hedef nîşan da. Soylû, li ser hesabê xwe ye medya civakî, dîmenekî bi şîroveya “Tiştên ku ew venabêjin…” bi etîketa ‘#HDPkkiçinHesapVakti’ parve kir. Di dîmenê ku Soylû parve kiriye de hevdîtinên endamên Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan ên li Qendîlê hatine berovajîkirin.    Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Doçentê Alîkar Kerem Altıparmak, ji ber parvekirina vî dîmenî, wêneyê Soylû yê bi kesê ku 2 milyar dolar perê kripto revandibû bi bîr xist û bi van gotinan bersiva Soylû da: “Ez dibêjim qê ciwanên nivîsbarkar ên hatibûn odeya we ev dîmen amade kirine. Lê şertê cudabûna hêzan ku van nivîsbarkaran nizanin heye. Li gorî vê şertê weke wezîrekî hûn nikarin wiha mudaxaleyî dozekê bikin. Di navberê de hiqûqnasan jî bigirin odeya xwe da ku ji we re vebêjin.”