Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin 2021-04-26 10:42:13   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Doza Kobanê doza “tolhildanê” ya desthilatê ye û wihat got: “Ev dozeke berhema desthilata ku encamên têkçûna DAÎŞ’ê ya Kobanê hezm nekiriye. Em ê vê bi hev re vala derxînin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, beriya danişîna ewil a Doza Kobanê ya ku were dîtin, li pêş Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê ji ber astengkirina polisan a rojnamevan niqaş derket. Polîsan destûr neda ku rojnamevan qemereyan bi kar bînin. Li ser vê yekê rojnamevanan daxuyaniya Sancar bi telefonên xwe qeyd kirin. Li gel Sancar dest bi axaftina xwe kir, polîsan jî bi dengekî bilind anons kirin. Piştî ku HDP’iyan bertek nîşan dan careke din nîqaş derket.    ‘DOZA TOLHILDANÊ’   Sancar, bi gotina “Hewl didin ku me bêdeng bikin” bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya wan da û wiha axivî: “Me dixwest beriya danişîn dest pê bike werin gel hev. Lê weke hûn jî dibînin dîwar danîn nava me. Di fikirin ku wê me bêdeng bikin lê xwe dixapînin. Di vê dozê de fikirîn ku me bi qûtifînin lê xwe xapandin. Em ê ji îro û şunde jî nîşanî wan bidin. Ev dozeke komploya siyasî ye. Dozeke hêviya azadiyê û hesreta aştiyê ji holê rakirinêye. Em ê jî ji bo demokrasi, azadî û heqîqetê berxwedana xwe bidomînin. Ev dozeke tolhildanê ye. Ev dozeke berhema desthilata ku encamên têkçûna DAÎŞ’ê ya Kobanê hezm nekiriye. Em ê vê bi hev re vala derxînin. Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin û hesabên desthilatê xera bikin.”     Şandeya HDP’ê piştî daxuyaniyê ji bo danişînê bi şopîne derbasî eywana danişînê bû.