Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû 2021-04-26 09:00:26 MÊRDÎN - Projeya qad û otoparkê ya 60 wesayîtan a ji aliyê qeyûmê Mêrdînê ve li ser şûnwarên dîrokî tê avakirin, ligel ku diviyabû berî salekê bi dawî bibe, di encama rêze şaşiyan de, qadeke ku nayê bi kar anîn derket holê. Bi projeya qet dawî nabe, silûetê dîrokî yê bajêr xirab bû. Rêveberiya qeyûmê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, li Qada Cumhuriyetê ya Cadeya 1’emîn a Dîrok a li navçeya Artûklûyê di meha Sibata 2019’an de dest bi xebatê kir, lê ev xebat qet bi dawî nabe. Di dema projeya “Nûkirina Qada Cumhuriyetê” û otoparkê ya 60 wesayîtan a li ser şûnwarên gorên dîrokî yên aîdê Suryaniyan, Xiristiyan û Misilmanan hat destpêkirin de, ji ber dîtîna şûnwarên dîrokî di 23’yê Sibata 2019’an de hatibû rawestandin. Xebata vê projeya hatibû rawestandin, di 20’ê Mijdara 2019’an de cardin hatibû destpêkirin û hîna jî dewam dike. Projeya ku berdêla wê 8 mîlyon û 325 hezar TL ye, ji ber hesabên şaş, bi dawî nabe.    QADEKE NAYÊ BI KAR ANÎN   Di çarçoveya projeye de, kûrahiya otoparkê, şaş hatibû hesapkirin. Ji ber şaşiyên hatin kirin, parçe bi parçe Qada Cumhuriyetê tê sererastkirin. Ji ber vê şaşiyê muzeya Mêrdînê ya dîrokî û Qada Cumhuriyetê ku ji van daran silûetê bajêr tê dîtin ji holê hat rakirin.   DIVIYA BÛ BERÎ SALEKÊ BI QEDE   Ji ber rêze şaşiyên hatin kirin, endezyar neçarin ku her roj qadê lêkolîn bikin. Qada ku bi tu awayî nayê sererast kirin, di navbera wêneyên wê yên kevin û yên nû de, xetayên mezin radixe ber çavan. Projeya ku diviya bû, heya Gulana 2020’an bi dawî bibe, ji ber xebatên sererastkirinê, ne diyare ku wê çi demê bi dawî bibe.   MENZEREYA BERÊ XIRAB BÛ   Ji taksîvanên herêmê Kenan Bîngûl, diyar kir ku qad berê xweşiktir bû û wiha bertek nîşan da: “Vale vale evqas mesref kirin. Menzereya dîrokî xirab kirin. Em ji cihê me kirin. Ev der di berê de, otoparkek ji sedî zêdetir a wesayîtan bû. Ya berê xweşiktir bû. Nikarin çêbikin. Bila demildest vê derê xelas bikin.”   MA / Ahmet Kanbal