ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-26 09:00:07 * Projeya qad û otoparkê ya 60 wesayîtan a ji aliyê qeyûmê Mêrdînê ve li ser şûnwarên dîrokî tê avakirin, ligel ku diviyabû berî salekê bi dawî bibe, di encama rêze şaşiyan de, qadeke ku nayê bi kar anîn derket holê. Bi projeya qet dawî nabe, silûetê dîrokî yê bajêr xirab bû. * Jinên ku di saetên serê sibê de, dikevin ser rêyên zeviyên çîlekan, bi halê xwe re rojî dibin germaniya sera de, rojê bi 70 TL’an yewmiye dixebitin. Karên têkoşîna xizantiyê didin, dan zanîn ku perê qezenc dikin, têra bazarê jî nake.    * Seroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Ûyar, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê da û got: “Hemû cihên karker lê dixebetin, ew der qadên 1’ê Gulanê ne. Em bangî hemû kedkar û karkeran dikin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”   * Dayika girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik Hulya Ayik, bi bîr xist ku rewşa bi sedan girtiyên nexweş krîtîke û wiha got: “Ger em nebin dengê girtiyên nexweş, wê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dengê girtiyan bibin bihîstin.”   * Serokên baroyan, diyar kirin ku Doza Kobanê di asta dewama dozên Şex Saît, Seyît Riza û 49’an de ye û ev pirs kirin: “Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?”    * Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başak ku li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hatiye vekirin, di serî de zimanê zikmakî wê di gelek mijaran de perwerde bide.   * Berdevkê Platforma Zimanê Kurd Şerefxan Cizirî, diyar kir ku kampanyeya îmzeyê ya bi armanca zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dest pê kiribûn dewam dike û wiha got: “Ji bo encam bê girtin, divê kampanyeya îmzeyê di rojeve gelê Kurd de be.”    * Li bajarê Rihayê ku di rêza yekemîn a hilberîna pembû de cih digire, îsal jî tovên wê hatin reşandin. Di hilberîna pembû ya par de, ji sedî 60 kêmbûn çêbû. Îsal, cotkaran ji ber maliyeta zêdebûye, hêviyên xwe ji pembû qût kirin.    * Prof Dr. Îlhan Uzgel, polîtîkayên Tirkiyê yên derve nirxand û diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan, ji bo di têkiliyên bi DYA reqadek nû veke, qeyrana navbera Rûsya-Ukrayna, ji bo xwe dike firsend. Uzgen got: “Hemû paradîgmayên polîtîkayên derve yên Tirkiyê hilweşiya ne."    * Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê diroja 49'emîn de bidome.    * Beriya destpêkirina Doza Kobanê wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin.    * Danişîna yekemîn a Doza Kobanê wê Edliyeya Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (09.30)   * Li gelek bajaran wê ji bo Doza Kobanê daxuyanî bên dayîn. (12.00-15.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, derbarê 1'ê Gulanê de wê li ber Peykerê Ataturk ê Ûlûsê daxuyanî bidin. (12.30)   * Wê darizandina Metîn Avci yê li Mûglayê Pinar Gultekîn qetil kir bidome. (13.00)