Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê 2021-04-25 13:07:51   RIHA – Malbata Şenyaşar, di roja 47’an a lêgerîna xwe ya edaletê de banga piştevaniyê li raya giştî kir.   Çalakiya nobetê ya edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku hevjinê wê û 3 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, di roja 47’an de didome. Ji ber qedexeya derketina derve ya pandemiyê Malbata Şenyaşar 3 roj in çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbata Şenyaşar, tekildarî çalakiya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyameke bi dîmen şand.   Malbata Şenyaşar, kaxizên A4 ên li ser wan “Em edaletê dixwazin” nivîsandîne bi dîwarê mala xwe ve kirine û gotin ku wê sibê dîsa li ber edliyeyê bin. Di dîmena ku banga piştgirî û piştevaniyê hatiye kirin de Emîne Şenyaşar ev tişt dibêje: “Ez edaletê dixwazim. Em li malê bin jî em nobeta xwe didomînin. Bila kurê (Fadil Şenyaşar) min ê girtî bê berdan, sucekî wî tuneye.”