'Tu dê bi ser bikeve' 2021-04-25 13:00:05   ENQERE - Salîh Gergerlîoglu, nameyek vekirî ji bavê xwe Omer Faruk Gergerlîoglu şand û got: “Guh nede hewldanên wan ê vala. Guh nede kesên dixwazin dengê te qut bikin. Tiştên tu dijî madalyaya rûmetê ye. ji niha û şûnde jî tuyê bi ser bikeve."    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî biryara destnedayînê rakirin, ew girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê. Salîh Gergerlîoglu, ji bo bavê xwe Omer Faruk Gergerlîoglu, nameyek vekiri nivisî. Salih Gergerlîoglu, di nameyê de got "Tu guh nede hewldanên wan ên vala. Guh nede kesên dixwazin dengê te qut bikin. Tiştên tu dijî madalyaya rûmetê ye. Te serê xwe netewand. Tu serbilind î. Ez bi te serbilind im. Em bi te serbilind in."    Salih Gergerlîoglu, di berdewama nameyê de anî ziman ku di ser şeva tirsnak re 3 hefte borîn û wiha got: "Ez di roja 22'emîn a girtina te de vê nameyê dinivîsim. 3 hefte di ser şeva tirsnak re derbas bû. Tişta li vîna gel hat kirin ez tu carî ji bîr nakim. Ez naxwazim ji bîr jî bikim. Ev ji bo hin kesan rûreî ye. Lê serê te her dem bilind e. Her dem wîcdanê te rehet e. Te 2.5 salan şev û rojên xwe kirin yek. Li ku binpêkirina mafan hebû tu li dijî wê derket. Te li her derê binpêkirina mafan anî rojevê. Te duh jî û îro jî ji bo bêyî cudakariyê têxe nava mirov bawerî û nasnameyan, mafê miroavan parast. Tu wekî têkoşerekî rast, têkoşîna doza mafên mirovan dike. Di encamê de tu bi ser ket. Tiştên ku hat serê te û anîn serê te; nîşan da ku tekoşina te mafdar e. Tu bi ser ket û tu dê ji niha û şûnde jî bi ser bikeve."    Salîh Gergerlîoglu, di dawiya nameya xwe de ji bavê xwe re wiha nivîsî: "Te gelek tişt kir. Guh nede hewldanên wan ê vala. Guh nede kesên dixwazin dengê te qut bikin. Tiştên tu dijî madalyaya rûmetê ye. ji niha û şûnde jî tuyê bi ser bikeve. Tu her tim serbilid bû. Meraq neke. Ev zilm zêde najo. Dîsa di deriyê girtîgehê de tuyê rû li ken be, ezê te di deriyê girtîgehê de hembêz bikim. Ez ê dîsa her tiştî ji tere bêjim. Gotina 'Min ev al nexist, me ev al nexist'..."